هاوار عفرين ابو الوليد

حكم وأمثال كردية معاصرة 73926
حكم وأمثال كردية معاصرة 73949

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

هاوار عفرين ابو الوليد

حكم وأمثال كردية معاصرة 73926
حكم وأمثال كردية معاصرة 73949

هاوار عفرين ابو الوليد

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
هاوار عفرين ابو الوليد

مرحبا و أغــلى ســهلا يا (زائر) .. عدد مساهماتك و مـشــاركـاتـك3


    حكم وأمثال كردية معاصرة

    Hawar Afrin
    Hawar Afrin
    االــمــديـــرر االـــعـــاأم  للــمــنـتدى
    االــمــديـــرر االـــعـــاأم  للــمــنـتدى


    عــدد الـــمــســاهـمات عــدد الـــمــســاهـمات : 3126

    موضوع  متميز حكم وأمثال كردية معاصرة

    مُساهمة من طرف Hawar Afrin الجمعة 24 فبراير - 20:45

    PEND Û MÎNOLOKÊN KURDÎ YÊN NÛJEN

    PARTA DIWEMÎN

    Jana giran ku mirov çanda xwe berde û bi ya biyaniyan bigre û di boteka wan de bipişife .

    ****************

    Zimanê te nasnama te ye nasnama te tine be kes te nas nake .
    ***************

    Zimanê te kesîtiya te ye zimanê te winda bibe kesîtiya te jî winda dibe .

    ***************

    Kurdîtiyê zimanê te mûsîka te ye , ew bi huner û merêsa te pêkhat , biparêze wekî ew te diparêze , wî tu Kurd hêşt tu jî wî Kurd bihêle .

    ***************

    Kurdîtiyê zimanê te çeka te ye te diparêze , tu ji dest xwe bidî te canê xwe ji dest xwe da .

    **************

    Zimanê te kilîta zêndana te ye , te azadî xwest kilîta te deriyê wê vedike û te serbest dike .

    **************
    AN BI VÎ TEHERÎ JÎ

    Zimanê te kilîta zêndana te ye tu azadiyê bixwazî tuyê deriyê zêndana xwe pê vekî û serbest bibî .

    ***************

    - Zimanê te rûmeta te ye , tu di zimanê xwe bibûrî tu di rûmeta xwe bûrî , û tu di rûmeta xwe bûrî kesîtiya te daket û tu bê nerx bû .

    ***************

    Û HEM EV BI VÎ AWAYÎ JÎ RENG DIDE

    Zimanê mirov rûmeta mirov e mirovê ku di zimanê xwe bibûre di rûmeta xwe dibûre û mirovê ku di rûmeta xwe bûrî kesîtiya xwe dadikeve û bê nerx dibe .

    ****************

    Ziman sîmfoniyeke suriştê ye sîmfoniya suriştê ti asa û eydyolojî ku ew çendî 1- pelçikok û ruxinde bin nikanin wê bêdeng an ketexe bikin û ewê tim pêş ve biçe û wirar bibe .

    ***************

    Ziman dorêmiya dayîkê ye gelo ma ti deng ji dengê dorêmiya dayîkê xweştir he ye ?

    ***************

    Ji dengê bilûra evîndaran xweştir dengê ziman e.

    ***************

    Şovîner dengê axaftina min bi zimanê Kurdî di guhê te de bobelat e û dîdara min ber çavê te dûmanek tarî ye , de hovo here di şovîntiya xwe de bizingire .

    **************

    Û GOTIN BI VÎ RENGÎ JÎ DISÊWIRE

    Şovîner dengê axaftina min bi zimanê Kurdî di guhê wî de bobelat e û dîdara min ber çavê wî dûmanek tarî ye de bila here di şovîntiya xwe de bibejire .

    ******************

    PEYVNASKIRIN : 1- pelçikok û ruxinde : Ê surişta xwe ser
    pelçikandin û ruxandinê .

      الوقت/التاريخ الآن هو السبت 27 أبريل - 23:07